Iraqê karwanê dawî yê balefirên şer ên corê F16 ji Amerîkayê wergirt.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya rêkeftina navbera Iraq û Amerîkayê de, 5 balefirên F16 ên Amerîkî gehiştine Binkeyê Esmanî yê Beled.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê amaje bi wê yekê daye ku ev karwanê dawî ye di çarçoveya wê girêbestê de û Hêza Esmanî ya Iraqê jî di warê şer, perwerde û rahênanê de pêşketineke baş bidest xistiye.
Girêbesta navbera Iraq û Amerîkayê di sala 2011ê de hatibû kirin û 36 balefira F16 li xwe digirtin, Amerîkayê yekem balefira F16 di meha Tîrmeha sala 2014an de radestî Iraqê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin