James Jeffrey serdana Tirkiyeyê dike

vê du rojan li Tirkiyeyê bimîne
کوردستان TV
100%

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey û Cîgirê Şêwirmendê Wezareta Derve Joel Rayburn dê di navbear 30’ê Nîsanê û 2yê Gulanê de li Enqerê danûstandinan bikin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Jeffrey dê bi karbidestên Tirk re ser Sûriyê kom bibe û pêşengiya şandeyê bike.

Li gor daxuyaniyê, berpirsên Amerîkî û Tirk dê ser bakûrê Sûriyê jî biaxifin û bo çareserkirina kêşeya Sûriyê dê derbarê biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya hejmara 2254’an binirxînin.

Jeffrey û Rayburn dê piştî Tirkiyê dê derbaz3i Cenevre ya Swîre bibin û li wir, di navbera 2 û 3’yê Gulanê de bi karbidestên Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistana Saudî û Brîtanya re ser Sûriyê kom bibin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.