Îro wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişogêlû serdana Îraqê kir û li Bexdayê ji aliyê rayedarên Îraqê ve hate pêşwazîkirin.
Li gor jêderên nûçeyan, Çawioglû li Bexdayê piştî merasîmên pêşwaziyê li gel wezîrê derve yê Îraqê civiyaye.
Tê payîn piştî civînê, Çawişoglû li gel Serokwezîr û çend rayedarên din yên Îraqê bicive û pişt re jî serdana Besreyê bike.
Herwiha vê danê êwarê jî wezîrê derve yê Tirkiyeyê serdana Hewlêrê jî dike û li gel rayedarên Kurdistanê dicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin