Fermandarê giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie ragihand ku hebûna Amerîkayê li Iraqê wê gelek dirêj bajo.
Kenneth McKenzie bo medya Erebî axifî û got: Bawer bikin em ê li Iraqê zêde bimînin. Armanca mayîna me li Iraqê ew e ku em pêşiyê li serhildanan û terorê bigrin. Wekî din jî nehêlin rêxistinên weke DIŞIê yên terorî û redîkal çêbibin.”
McKenzie behsa hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê kir û got ku bi awayeka bi hezir jimara hêzên xwe yên li Sûriyê kêm dikin. Kenneth McKenzie di mijara zordayîna ser Îranê de jî weha got:
“Amerîka bo temamê tehdîdên Îranê û heya wan ji ortê rakin, çi pêwsit be dê bêkirin. Em ê li dijî Îranê bi dostên xwe re di nava hevkariyan de bin.”
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin