Rûsye: Tirkiye erkê xwe bi cîh neanî

dibêje Tirkiye rêkeftin cîhbicîh nekir
کوردستان TV
100%

Nunerê tayebtî yê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev piştî bi dawî hatina civîna 12mîn ya Astanayê di presskonferansekê de rexne li Tirkiyeyê kir.

Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku di çarçoveya rêkeftina Soçî de biryar bû Tirkiye cîhadiyên radîkal ji Îdlibê derbixe daku rewşa vê parêzgehê jî were normalkirin lêbelê heta niha Tirkiye nikariye vê yekê bike û erkê xwe bicîh neaniye lewre hêviyên Rûsyeyê bo cîhbicîh kirina vê rekeftinê ji aliyê Tirkiyeyê ve nemane.

Lavrentyev diyar kir ku cîhadiyên li Idlibê ne tenê nehatine lawazkirin belku bihêztir bûne û niha piraniya parêzgeha Îdlibê di destê wan deye û ev yek jî kêşeyên gelek mezin bo Rûsyeyê çê dike.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.