Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di civîna xwe ya îro de li hev kirin ku peywendiyên bi hev û du re xurt bikin.
Li gor nûçeyeke voayê Putin û Jong Un li Vladivostok ya li rojhilata Rûsya civiyane.
Kremlînê ragihand ku Putin û Kim Jong Un ser pûçkirina çekên navokî axifîne.
Li ber bû ku Kim Jong Un piştî têkçûna hevdîtinên bi Amerîka re ji Rûsya alîkariyê bixwaze.
Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un di meha Sibatê de li Hanoî ya paytexta Vîetnamê kom bûbûn, lê ji hevdîtinê ti lihevkirin derneketibû.
Pisporên sîyasetê didin zanîn ku Kim Jong Un piştî têkçûna danûstandinên bi Amerîka re, bi hilcivîna bi Putin re dixwaze nîşan bide ku hevkarên xurt yên Koreya Bakur hene.
Koreya Bakur ser têkçûna danûstandinên bi Amerîka Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tawanbar dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin