Li gor jêderên nûçeyan hijmara wan kesan ku di encama 8 teqînên ku duhê li paytexta Sri Lanka Kolomboyê pêk hatibûn, zêde bûye û gehêştiye 290 kesan.
Jêder behsa vê yekê dikin ku zêdetir ji 500 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve jî polîsê Sri Lankayê diyar kiriye ku heta niha têkildarî wan êrîşan 24 kes binçav kiriye.
Weke tê zanîn duhê di dema ahenga cejna Qiyameyê de di destpêkê de 6 teqîn û pişt re jî 2 teqîn bi giştî 8 teqîn pêk hatibûn û hikûmetê jî rewşa awarte ragihandibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin