Li Amedê 7 festîvala şanoyê tê lidarxistin

festîval di 26ê nîsanê de destpê dike
کوردستان TV
100%

Di festîvalê de wê bi piranî şanoyên bi kurdî lê li gel wê hinek jî bi tirkî bên pêşkêşkirin.

Bernameya 7. Festîvala Şanoyê ya Amedê aşkere bûye. Festîval wê di 26ê Nîsanê de bi şanoya “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû, dest pê bike.

Di festîvalê de wê ji Stenbol, Amed, Wan û Mehabadê komên şanoyê heta 5ê Gulanê lîstikên xwe nîşan bidin. Her weha wê 3yê Gulanê di bin navê “Hêzên Palyaçoyên Azad” kargehek pêk bê.

Festîval bi sernavê “Heqîqet azad dike” wê bi rê ve biçe û lîstik wê li Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê bên lîstin.

Festîvala Şanoyê ya Amedê ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve tê li dar xistin.

Bianet

 

Şano

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.