Prof. Ûzgel: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Rojhilata Navîn de rûxiya

dibêje siyasetên tirkiyeyê şaşin
کوردستان TV
100%

Prof. Dr. Îlhan Ûzgel, diyar kir ku piştî "Bihara Ereban" Tirkiye hewl daye li Rojhilata Navîn bi fikrên Osmanî yên nû bi ser bikeve û got: "Ev stratejiya wan rûxiya. Piştî dîtin têk çûne vê carê hewl didin windahiyên xwe telafî bikin. Armanca vê stratejiyê ew bû ku li bakurê Sûriyeyê destkeftiyên kurdan asteng bikin."

Prof. Dr. Îlhan Ûzgel ku di dawiya hefteyê de li Stenbolê beşdarî Konferansa Rojhilata Navîn a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bû, polîtîkakaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de nirxand.

 ‘STRATEJIYA TIRKIYEYÊ RÛXIYA'

 Prof. Dr. Îlhan Ûzgel, anî ziman ku diyar kir ku piştî "Bihara Ereban" Tirkiye hewl daye li Rojhilata Navîn bi fikrên Osmanî yên nû bi ser bikeve û got: "Nexasim li Sûriyeyê û paşê di ser Misir, Tûnûs, Lîbya û Gazzeyê re xwest bibe serwerê erdnîgariya Rojhilata Navîn. Lê belê ev stratejî bi temamî rûxiya. Yanî li Misirê rûxiya, li Tûnûsê rûxiya, li Gazzeyê rûxiya û herî zêde jî li Sûriyeyê rûxiya. Piştî dîtin bi ser neketin vê carê serî li polîtîkaya telefîkairina windahiyan dan. Armnaca vê stratejiyê ew bû ku li bakurê Sûriyeyê destkeftiyên kurdan asteng bikin. Yanî bi Bihara Ereban xwest pêşî Esad daxîne. Lê belê piştî dît ev pêk nayê vê carê hewl da li wir destkeftiyên kurda asteng bike."

 Ûzgel, bilêv kir ku di warê astengkirina destkeftiyên kurdan de hindik be jî Tirkiyeê bi ser ketiye û got: "Li herêmê tevî hemû pirsgirêkên iqtisadî û leşkerî jî yek ji welatên xurt Tirkiye ye. Beriya her tiştî mutefîkê herî nêzî Tirkiyeyê DYA ye. Nexasim di warê pirsgirêka kurd de DYA tim li cem Tirkiyeyê ye." Ûzgel, anî ziman ku ji ber bazariya di navbera Tirkiye û DYA'yê de niha Tirkiye hêleke rojhilatê Firatê kontrol dike û got: "Ev yek bi dilê DYA'yê ye jî. Ev bazariyeke di bin re ye."

 Ûzgel, bal kişand ser meseleya fuzeyên S-400 jî û got: "Pêşî me got belkî ev bazariyek, blofek be. Wisa xuya dikir. Lê her ku çû mesele cidî bû. Eger Tirkiye fuzeyên S-400 bigire wê bi awayekî cidî bi mueyîdeyên DYA'yê re rû bi rû bimîne. Ev tenê wê neyê wateya ku nikaribe balafirên F-35 bikire. Her wiha wê mueyîdeyên aborî jî têkevin dewrê. Bi vê re wê aboriye Tirkiyeyê tam xirab bibe. Muhtemel e, wê kûrên dowîzê zêde bibin. Wê ev yek aboriya Tirkiyeyê pir lawaz bike."

Ma

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.