Adil Ebdulmehdî: Enfal tawanake hovane ya Sedame

bo merasima bîranîna enfalê peyamek pêşkêş kiribû
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di peyameke xwe de yaku bo merasîma bîranîna enfalê ya li Kerlarê pêşkêş kiriye, aniye ziman ku lazime tevahiya aliyan hewl bidin daku gorên bikomî werin dîtin û cenazeyên nava wan jî bo warên xwe werin vegerandin.

Ebdulmehdî di beşeke din ya peyama xwe de diyar kiriye ku enfal tawaneke hovaneye ku ji aliyê Sedam ve hatiye kirin û di encama tawana han de herî kêm 182 hezar welatiyên Kurd hatine enfalkirin.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku enfal di dilê me deye û em dizanin ku jana enfalên çiqasî biêş û azare.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.