Wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen ragihand ku li gel hikûmeta Amerîkayê li dor terorîstên DIŞIê yên biyanî gotûbêjên gelek girîng kirine û lihev kirine ku ev terorîstên DIŞIê yên biyanî yên ku li Îraqê hatine girtin, vê li Îraqê werin zîndanîkirin.
Li gor jêderên nûçeyan, welatên Ewrûpî qebûl nakin ku welatiyên wan yên ku çûne nava DIŞIê vegerin welatên xwe lewre daxwaz dikin ku li Îraq û Sûriyeyê werin dadgehkirin.
Ji aliyeke din ve jî hikûmeta Amerîkayê navendeke nû li Îraqê amade dike daku ev terorîstên DIŞIê yên biyanî tê de zîndanî bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin