General Ebdulfetah Burhan bû Serokê nû yê Konseya Leşkerî

hîn jî xelkê Sûdanê dilgirane û daxwaza desthilateke medenî dike
کوردستان TV
100%

Piştî karvekêşana Wezîrê Bergiriyê yê Sûdanê General Avad bin Avf ku gelê Sûdanê jê nerazî bû, Orgeneral Ebdulfetah Burhan bû serokê nû yê Konseya Heyama Demkî ya Leşkerî li Sûdanê.

Burhan piştî sondxwarinê dest bi karê xwe kir ku dema koteda li dijî deshilatiya Omer el Beşîr hat kirin, gelê Sûdanê li bendê bû General Abdulfetah el Burhan daxuyaniyê bixwîne Seroktiya dewletê bigire ser xwe.

Hêjayî gotinê ye,di nav 3 generalên Sûdanê yên koteda kirine de, tenê li ser General Burhan doza tawanên dijmirovî li Dadgeha Cezayê ya Navnetewî nîne.

General Burhanê ku dest bi erka seroktiya dewletê kir, yek ji sê generalên daxwaza hilweşîna deshilatiya El Beşîr kiriye ye.

peyamaKurd

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.