Reuters: YE dê taloqkirina Brexitê bipejirîne

ev çend mehe hîn jî Brîtanya û YE nikarîne lihev bikin
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îdia kir ku rêberên dewletên Yekîtiya Ewrupa (YE) dê taloqkirina Brexitê bipejirînin.

Reutersê da zanîn ku rêberan berî hilcivîna roja Çarşemê bernivîsek hazir kiriye û li gor wê wan li ser taloqkirina Brexitê li hev kiriye.

Li ber e ku rêberên dewletên YE’ê roja Înê Brexitê taloq bikin.

Bernivîs diyar dike ku ger Brexit heta 22’ê Gulanê li parlamantoya Brîtanya neyê pejirandin divê Brîtanya beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa bibe.

Ger Brîtanya li gor vî şertî tevnegere divê di 1’ê Hezîranê de ji YE’ê veqete.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.