Adil Ebdulmehdî: Amerîka li ser biryarên xwe bi îsrare

dibêje me nikarî pêşiya îmze kirina biryarê bigirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî piştî civîna xwe ya li gel kabîneya xwe di presskonferansekê de diyar kir ku bo pêşî girtin ji biryara nivîsandina navê Spaha Pasdaran ya Îranê di nava lîsteya terorê de giftûgo li gel rayedarên Amerîka, Misir û Siûdiyeyê kiriye.

Ebdulmehdî herwiha diyar kiriye ku me gelek hewl da daku rê nedin ev biryara han were îmzekirin lêbelê Serokê Amerîkayê li ser biryarê xwe bi îsrar bû û ev biryara han îmze kir.

Ebdulmehdî tekez li ser vê yekê kir ku hem ji Amerîkayê re û him jî ji Îranê re gotiye ku ev bi ti awayî naxwazên Îraq bibe meydana şerê welatên din anjî Îraq li dijî ti welateke din nakeve aliyê welateke din.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.