Serokwezîra Brîtanya Theresa May ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) xwest ku veqetîna welatê wê ji YE’ê heta 30’ê Hezîranê taloq bike.
Li gor nûçeyeke voayê May ji Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk re bi nameyekê got ku ger Brexit li parlamantoya Brîtanya were pejirandin ewê berî destpêka hilbijartina Parlamantoya Ewrupa ji YE’ê derkevin.
Hilbijartina Parlamantoya Ewrûpa dê di 23’ê Gulanê destpê bike.
Xanim da zanîn ku ger peyman li parlamantoya Brîtanya neyê pejirandin ew amade ne ku beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa bibin.
Li gor rewşa heyî, Brîtanya dê 12’ê Nîsanê de ji YE’ê derkeve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin