Îraq amadekarî bo vegerandina penaberan dike

dibêje hikûmet amadekarî bo vegerandina wan penaberan dike
کوردستان TV
100%

Li gor gotinên rayedarekî wezareta koç û koçberên Îraqê, hikûmeta Îraqê hewl dide daku penaberên Îraqî yên li Sûriyeyê vegerîne Îraqê.

Li gor nûçeyeke ajansa anhayê, rayedarekî wezareta koç û koçberên Îraqê yê ku navê xwe eşkere nekiriye diyar kiriye ku hikûmeta Îraqê bo vegerandina welatiyên Îraqî yên ku weke penaber li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ( Rojavayê Kurdistanê) dijîn vegerîne Îraqê.

Hîn jî dema destpê kirina prosesa vegerandinê nehatiye diyarkirin lêbelê rewşa Îraqê jî ne gelek başe jiber ku penaberên Îraqî yên ku li Başûrê Kurdistanê ne behsa vê yekê dikin ku jiber nebaşiya rewşa Îraqê ev naxwazên vegerên cîhên xwe.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.