Serokwezîra Brîtanya Theresa May diyar kir ku ew bo derketina ji Yekîtiya Ewrûpa (YE), ku bi navê Brexitê tê zanîn, taloqkirinê dixwaze.
Li gor nûçeyeke voayê May piştî civîna bi wezîran re diyar kir ku dema ew bo taloqkirina dixwazin ‘’demeke kin e’’
Wê diyar kir ku ew naxwazin beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa yên di meha Gulanê de bibin.
May da zanîn ku ew dê bo çareserkirina kêşeya Brexitê bi Serokê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn re, ku li Brîtanya rêberê rikeberîya sereke ye, bicive.
Li gor hiqûqa YE’ê, Brîtanya dê di 12’ê Nîsanê de bêpeyman ji yekîtîyê derkeve.
Bo Brexit taloq bibe, divê 27 endamên din yên YE’ê taloqkirinê bipejirînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin