Amerîka F35 an nade Tirkiyeyê

dibêje jiber helwêstên Tirkiyeyê me ev biryar daye
کوردستان TV
100%

Wezareta berevaniya Amerîkayê yaku bi Pentagonê tê nasîn, belav kir ku di çarçoveya biryara hikûmeta Amerîkayê de ya bo radest nekirina balefirên şer yên F35 bo Tirkiyeyê, biryar hatiye dayîn daku amadekariyên heyî yên bo radest kirina wan balefiran werin rawestandin.

Pentagon diyar kiriye ku amadekariyên taybet yên bo radest kirina balefiran û perçeyên taybet bi wan balefiran bi Tirkiyeyê yaku biryar bû di meha 11ê sala 2019an werin radestkirin, hatine rawestandin.

Pentagon herwiha diyar kiriye ku ev rewşa han ku hatiye holê rewşeke nebaşe lêbelê jiber bi îsrar bûna Tirkiyeyê bo kirîna pergala berevaniya S400 ji Rûsyeyê, Amerîka neçar bûye ev biryara han bide.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.