Wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian di daxuyaniyekê de li Parîsê ragihand ku hikûmeta Franseyê bi ti awayê rê nade ev jinên nava DIŞIê yên ku li Îraq û Sûriyeyê bûne vegerin Franseyê.
Jean-Yves Le Drian diyar kir ku lazime li hember wan jinên han jî weke endamên DIŞIê yên mêr tevbigerin û ev li Îraq û Sûriyeyê di nava DIŞIê de şer kirine û şerê dijî Franseyê jî kirine lewre em dijminên me ne û em rê nadin vegerin Franseyê.
Le Drian diyar kir ku lazime ev jinên han li Îraq û Sûriyeyê yanê li cîhên ku şer kirine û tawan kirine werin darizandin û cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin