Senatorên Amerîkî projeyek li dijî Tirkiyeyê amade dikin

dibêjin vê Tirkiye gelek zirarê bide xwe
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê de yên li dor kirîna pergala berevaniya mûşekî ya S-400 ji Rûsyeyê, rayedarên Amerîkî bi awayekî rojane hayedariyan didin Tirkiyeyê.

Herî dawî jî çar Senatorên Amerîkî projeyek amade kirine ku têde behsa vê yekê dikin ku eger Tirkiye dev ji kirîna mûşekên S-400 ber nede nabe ti balefireke F- 35 radestî Tirkiyeyê were kirin.

Senatorên han diyar kirin ku Tirkiye hevpeymanê Amerîka û NATO yê ye jiber vê çendê nabe ku Tirkiye berê xwe bide Rûsye û pişta xwe li Amerîka û NATOyê bike.

Weke tê zanîn ku rayedarên Amerîkî bi eşkere gefan li Tirkiyeyê dikin û dibêjin eger S400an ji Rûsyeyê bikire vê demê Amerîka dorpêçen li ser Tirkiyeyê deyne.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.