Zêdetir ji 200 hezar torîstan serdana Kurdistanê kiriye

piraniya wan ji her sê welatên cîran hatine
کوردستان TV
100%

Li gor raporteke desteya giştî ya torîzim û geştiyariya Kurdistanê, di nava 10 rojan de bi giştî 243 hezar kes weke torîst û geştiyar serdana Kurdistanê kirine.

Li gor daxuyaniya han piraniya ev torîstên han di dema Newrozê de hatine Kurdistanê û arama ku hatiye weşandin ev amare ku ji aliyê xalên sînorî, xalên ewlekarî yên kontrolkirinê û herwiha balefirgehên Kurdistanê hatiye wergirtin.

Di  beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku piraniya wan geştiyaran ji Başûr û Naverasta Îraqê hatine û piştî Îraqê hijmara herî zêde ji Îranê û piştî Îranê jî Tirkiyeyê hatine û hijmareke din jî ku nêzî sedî 5 e ji welatên din serdana Kurdistanê kirine.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.