Piştî bûyera binav ketina belema ku roja Newrozê dixwest xelk ji ava Dîcleyê ya li Mûsilê derbas bike, hîn jî xebat û hewldanên heyî yên bo der xistina cenazeyên kesên ku binav ketine didomin.
Li gor jêderan heta niha 120 cenaze di nava ava Dîcleyê de hatine derxistin û hewldan bo derxistina cenazeyên kesên din jî didomin û tê gotin ku hîn jî cenazeyên zêdetir ji 60 kesan nehatine derxistin.
Roja yekem ya Newrozê belem binav ketibû û di encam de zêdetir ji 180 kesan canê xwe ji dest dabû ku cenazeyên 120 ji wan hatin dîtin lêbelê cenazeyên 60 kesên din hîn jî nehatine dîtin.
Jiber vê bûyera han tê gotin heta niha 16 kes hatine binçavkirin û ji aliyeke din ve jî Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî duhê daxwaz ji parlementoya Îraqê kiribû daku Parêzgar û Cîgirê Parêzgarê Mûsilê jikar dûr bixe û heman roj Parêzgarê Mûsilê diyar kiribû ku amadeye dev ji kar berde.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin