Li gor nûçeyeke malpera Sûmeriyenews ya Îraqî, Amerîka biryar daye heta sê mehdên din çavê xwe li alûvêrên abûrî yên di navbera Îraq û Îranê de bigire.
Li gor nûçeya han Amerîka biryar daye ku Îraq dikare heta 90 rojên din enerjiya pêwîst bo dabîn kirina eliktirîkê ji Îranê bistîne.
Armanc ji vê biryara Amerîkayê ewe daku Îraq bikaribe di dema diyar kirî de kêşeyên xwe yên bo dabîn kirina eliktirîkê çareser bike.
Hêjayê gotinê ye ku di dema sepandina dorpêçên ser Îranê Amerîka demek ji Îraqê re diyar kiribû bo ku bazirganî li gel Îranê bike û ev dem, duhê roja sê şemê bi dawî hat.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin