Li gor jêderên nûçeyan îro li devera Hewîceyê, terorîstên DIŞIê êrîşî ser çekdarên heşda şebî kirine û di navbera wan de pevçûn qewmiye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku pevçûn li Rojavayê bajarê Kerkûkê pêk hatiye û di encam de herî kêm 2 çekdarên heşda şebî hatine kuştin û hijmareke din jî ji her du aliyan birîndar bûne.
Hêjayê gotinê ye ku her çend Îraq bi dawî hatina DIŞIê ragihandibû, lêbelê ev demeke dirêje ku lêv û tevgerên DIŞIê li hinek navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û çend navçeyên din yên Îraqê gelek zêde bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin