Piştî ku berpirsa têkiliyên grseyî û nasandinê ya wezareta berevaniya Tirkiyeyê Nadîde Aktop gotibû, ew têkidlarî operasyona li rojhilatê Firatê bi Amerîka û Rûsyayê re di danûstandinê de ne, rayedarên Amerîkî jî di daxuyaniyekê de ev yek direwandin.
Amerîka red dike ku di derbarê operasyona bo ser rojhilatê Firatê de guftûgo li gel Tirkiyê kiribin û radigihîne ku ew bi pêwîst nabînin, Tirkiye êrîşî wê navçeyê bike.
Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, Nadîde Aktop di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di derbarê operasyona rojhilatê Firatê de danûstandinên wan li gel Amerîka û Rûsyayê berdewam in.
Lê belê berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ku bi Reutersê re axiviye, bersiv daye wê daxuyaniya rayedara hikûmeta Tirkiyê û ragihandiye ku Amerîkayê di derbarê operasyona rojhilatê Firatê de ti danûstandin li gel Tirkiyê nekirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin