Fermandarê qereqolê bi şewitandina gund gefan li gundîyan dixwe

gotiye lazime dengê xwe bidin AKPê
کوردستان TV
100%

 Hat ragihandin ku li gundê Qesrîk ê Şemrexa Mêrdînê fermandarê qereqolê gef li gundiyan xwariye û gotiye ku ger di hilbijartina 31’ê adarê de ji AKP’ê re deng dernekev dê gund bişewitîne

Çavkaniyên li gundê Qesrîk ê Şemrexa Mêrdînê ragihandin ku fermandarê qereqolê gef li gundiyan xwariye û wiha gotiye: “Ger di 31’ê Adarê de herî kêm 200-300 deng ji bo AKP’ê dernekevin ez ê gund bişewitînim.”

Gundiyên ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bidin, diyar kirin ku gereqol tim gefan li wan dixwe û wan bi ‘terorîstiyê’ tawanbar dike. Gundiyan dan zanîn ku fermandarê qereqolê ji wan re gotiye heta ew vî gundî neguherîne naçe cihekê din.

Çavkaniyan da zanîn ku namzetê endama Meclisa Şaredariya Şemrexê Hîkmet Erez ê ji heman gundî ye, çend roj berê ji bo îfadeyê çûye qereqolê lê leşkeran ew biriye nav daristanekê û gefa mirinê lê xwarine.

Hêjayê gotinê ye hejmara hilbijêrên gundê Qesrîkê hezar kes in û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de HDP 840 û AKP jî 95 deng girtibûn.

PeyamaKurd

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.