Rêberê rikeberiya Venezuela Juan Gaaido bang li hemî dijberên hikûmetê kir ku ber bi Caracas ya paytext ve bimeşin.
Guaido diyar kir ku ‘’rojên dijwar’’ li benda wan in û da zanîn ku rejîm hewil dide ku wan ji hevdu veqetîne.
Di rojên pêş de, Guaido dê bi parlamanterên rikeberiyê re li Venezuela bigere û hewil bide ku ji gel zêdetir piştgiriyê bistîne.
Wî da zanîn ku ewê tev ber Caracasê ve bimeşin û dîyar kir ku ger pêwîst be ewê ji derve hin hêz maytekirinê li Venezuela bikn.
Guaido got ku dema ‘’dîyaloga şaş’’ ya bi Serokê Venezuela Nicolas Maduro re bi dawî bûye.
Juan Guaido di 23’yê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.
Di serî de Amerîka û jimareke welatên Ewrûpa piştgiriyê didin Guaido û li hember wan, Rûsya, Çîn û Tirkiyê diyar dikin ku ew alîgirê Maduro ne.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin