Îro dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpayê, di civîneke xwe de wenêrîn bo doza taybet bi Hesen Keyf ya li bajarê Batmanê li Bakûrê Kurdistanê kir.
Di doza taybet bi Hesen Keyfê de, xudan doz daxwaz kirine daku DMME biryara parastina Hesen Keyfê weke navendeke çandî ya dîrokî a hevbeş ya mirovatî bide ku xudan dîroke zêdetir ji 12 hezar sale.
Lê dadgeha mafa mirovan a Ewrûpayê, ev daxwaza han red kir.
Weke tê zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê bendav li hesen keyfê çê dike û ev sermayeya dîrokî bin av dixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin