Serokê Amerîka Donald Trump li Qesra Sipî ser peywendiyên bi Koreya Bakur re axifî.
Trump ji rojnamevanan re diyar kir ku Koreya Bakur ew demek e muşekan naceribîne û da zanîn ku ew bo pûçkirina çekên navokî nalezînin.
Trump got: Gelek sazîyên medya dibêjin ‘Ka çi dibe, ka zû’ lê lez ne hewce ye. Emê bicivin û bibînin dê çi biqewime’’
Wî da zanîn ku ew bawer dike di dawîya hevdîtinan de bi ser kevin.
Trump diyar kir ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li ser soza xwe sekinîye û testên navokî nekirine.
Her du serok dê di 27 – 28ê Sibatê de li Hanoî ya Vîetnamê kom bibin. Trump û Kim Jong Un, cara pêşî par li Sîngaporê civîyabûn.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin