Li gor çapemeniya Franseyê ev mizgeftên han di çarçoveya şerê dijî terorê de hatine daxistin.
Çapemeniya Frenseyê belav kir ku di çarçoveya cîhbicîh kirina zagona dijî terorê yaku beriya du salan ketiye meriyetê, heta niha bi giştî 10 êrîşên terorîstî yên bo ser deverên curbicur yên Franseyê hatine pûçkirin.
Herwiha di heman çarçoveyê de 7 mizgeftên ku di handana cîhadiyan de rola wan hebûye hatine daxistin.
Ji bilî vê jî hêzên antî terorê yên vê welatî li dijî malên 93 kesan operasiyon lidarxistine û çend bergoman jî binçav kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin