Rûsye: Em li benda Tirkiyeyê ne

dibêje cîhadî xwe bo êrîş kirinê amade kirine
کوردستان TV
100%

Peyvdara wezareta derve ya Rûsyeyê, Mariya Zaharova di presskonferansekê de behsa rewşa Îdlibê kir û anî ziman ku rêkeftina ku di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de li dor Îdlibê hatiye îmzekirin, heta niha weke pêwîst nehatiye cîhbicîh kirin.

Zsaharova herwiha diyar kir ku niha rewşa Îdlibê gelek aloze û em dixwazên rewşa vê deverê baştir bikin.

Zaharova anî ziman ku heta niha rêkeftina ku hatiye îmzekirin, nehatiye cîhbicîhkirin û em weke Rûsye li benda Tirkiyeyê ne daku bend û xalên rêkeftinê cîhbicîh bike.

Nav hatî eşkere kiriye ku ji ber cîhbicîh nekirina rêkeftinê, niha cîhadiyên li devera Îdlibê xwe amade dikin daku êrîşî ser deverên kêm şer bikin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.