Partiyeke Tirkî gef li welatiyên Ermenî dike

ev partiya han partiyeke netewe pereste
کوردستان TV
100%

Serokê Giştî yê BBPyê ku partiya wî di rêkevtina Cûmhûrê de cî digire, Mûstafa Destîcî, derbarê biryara Fransayê ya “Roja Yadkirina Qirkirina Ermeniyan” de axivî ye û gotiye: “100 hezar ermenî hene. Ez dibêjim ka em van dersînor bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mûstafa Destîcî gotiye ku “Ez dibêjim em 100 hezar ermeniyî dersînor bikin.” Destîcî sala 2016 û 2017ê jî heman tişt gotibû. Partiya Destîcî BBP yek ji hevkarên rêkevtina Cûmhûrê ye.

Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê 24ê Nîsanê weke “Roja Yadkirina Qirkirina Ermeniyan” ragihandibû. Destîcî, Macron û ermeniyên li Tirkiyeyê dijîn ji xwe re kiriye hedef.

“Hûn kî ne? Tu pêşiyê hesabê qirkirinên ku te kirine bidî. Tu li Cezayirê bû sedema mirina 2 milyon misilmanan. Te li Rûandayê piştgiriya derbeyê kir, 800 hezar mirov mirin. Tu pêşiyê hesabê van bidî. We duh dawa Qanûnî maç dikir û alîkarî dixwest. Tu kî yû ku pirêzê dike. Tu îdia dikî ku ermenî hatine qirkirin. Em vê ret dikin. Em qebûl nakin.

“Ne Macron, hemû dinya bibe yek jî nikarin vê bi me bidin qebûlkirin. Ev dereweke mezin e. Îro 100 hezar ermenî hene ku bi rengî qaçax tên û li welatê me zikê xwe tê dikin. Ez dibêjim em van dersînor bikin.

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.