Li gor jêderên taybetî li devera Tilkêfê diyar kirin ku ev demeke ku çekdarên ser bi heşda şebî, li deverê de dest bi dizîn û talan kirina malên welatiyên mesîhî yên li vê deverê kirine.
Jêderên herêmî dibêjin ku ev demeke dirêje ku çekdarên heşda şebî li deverê hatine bicîhkirin û rexmî ku welatiyên mesîhî li deverê der kirine, hevdem dest kirine bi talan kirin û dizî kirina malên wan welatiyên mesîhî yên ku hatine derkirin.
Jêder gazindin xwe li ser hêzên ewlekarî yên Îraqê jî hene û dibêjin ku hêzên ewlekarî yên Îraqê li deverê de hene lêbelê nikarin pêşî ji kiriyarên çekdarên heşda şebî bigirin û çekdarên heşda şebî bi eşkere malên welatiyên mesîhî talan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin