UNICEFê diyar kiriye ku ji bo alîkariya 41 milyon zarokan, ew daxwaza 3,9 milyar Dolaran dike.
UNICEFê(Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî) diyar kiriye ku ji bo alîkariya 41 milyon zarokan, ew daxwaza 3,9 milyar Dolaran dike. Saziyê diyar kiriye ku pevçûn û felaketên bi bûyerên xwezayî bandor li milyonan zarokan kiriye.
UNICEF: Li Iraqê di sê salan de 1075 zarok hatine kuştin
Dîrektorê giştî yê UNICEFê, Henrietta Foreyî gotiye:
“Heta ku cihên ewle yên zarok bikarin lê bilîzin neyên çêkirin, heta ku zarok û malbata xwe negihin hev, heta ku alîkariya psîkososyal nebe, ew birînên wan ên veşartî yên şerî dê nekewin.”
34 milyon zarokên ne li cihên ewle...
Li gor rapora UNICEFê li Yemenê 6,6 milyon zarok, li Sûriyeyê 5,5 milyon zarok ne li cihên ewle ne. Bi temamî 34 milyon zarok ne li cihên ewle ne.
Mirina Zarokan
Di sala 2017ê de, 6.3 milyon zarok mirine. 5,4 milyon zarokên mirîn ji 15 saliyê biçûktir bûne. Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî heke midaxele hatibûya kirin piraniya wan zarokan nedimirin.
BIXWÎNE: UNICEF: Di sala 2016ê de li Sûriyeyê ya kêm 652 zarok mirine
Neteweyên Yekbûyî digel Fona Alîkariya Zarokan(UNICEF), Rêxistina Saxlemiyê ya Dinyayê, Beşa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî û Banqeya Cîhanê bi hev re rapor amade kiriye.
BIXWÎNE: UNICEF: Heta 2030ê çêdibe 69 milyon zarokên ji 5 saliyê biçûktir bimirin
Rêxistinan diyar kiriye ku heke tedbîr nebin heta 2030ê ji ber nepaqijiya ava vexwarinê û neyîna dermanan çêdibe 56 milyon zarokên ji pênç saliyê biçûktir bimirin.
Bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin