Hêzên Amerîkî dikarin bi hevre şerê sê welatan bikin

dibêje niha 5 hezar leşkerên Amerîkî li Îraqê ne
کوردستان TV
100%

Efserekî berê yê artêşa Îraqê diyar kiriye ku hijmara leşkerên Amerîkî yên li Îraqê nêzî 5 hezar leşkere.

Ev Efserê han diyar kiriye ku raste ev hijmara han hijmareke gelek kême lêbelê Amerîka dikare bi wan 5  hezar leşkeran li Îraqê de bi awayekî hevdem şerê li gel sê welatan bike.

Efserê berê yê artêşa Îraqê diyar kiriye ku di her egerekê de ku li deverê de biqewme, ti pêdiviyeke Amerîkayê bi hêzên bejayî tuneye û ew hêzên ku niha li Îraqê ne, têrê dikin jiber ku Amerîka di şerên xwe yên nû de girîngî bi şerê teknolojîkî dide.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.