Li gor çapemeniya Amerîkayê jiber lihev nekirina hikûmet û Kongrêsê ya li ser bûdceya hikûmetê, ev nêzî meheke hin dezgehên ser bi hikûmeta Amerîkayê hatine daxistin.
Di raportên çapemeniya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku jiber daxistina beşek ji dezgehên hikûmetê, heta niha Amerîka zêdetir ji 6 miliyar dolar zirar kiriye.
Nakokiyên navbera Serokê Amerîkayê û kongrêsa vê welatî ya li ser çê kirina dîwarê li ser sînorên navbera Amerîka û Meksîka bûne sedem daku kongrês bûdceya hikûmetê nepejrîne û nepejrandina bûdceyê jî bûye sedem ku beşek ji dezgehên hikûmeta Amerîkayê werin daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin