Wezareta Derve ya Iraqê tundiya li hember xwepêşanderên parêzgeha Duhokê şermezar kir û Balyozê Tirkiyê bangî wezaretê kir.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand: “Em teqekirina hêzên Tirkiyê li welatiyên me li bajarokê Şêladzê û komelgeha Sibrî ya ser bi navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê şermezar dikin, ku ji ber teqekirinê kesek hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn, piştî teqekirinê jî firokeyên şer ên Tirkiyê li esmanê herêmê dizîvirîn û niştecihên wê deverê tûşî tirs û diltengiyê kirine.”
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye eşkerekirin: “Li ser vê bûyerê, wezaret bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê dike û nameyeke nerazîbûnê radest dike û daxwaz dike ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin