Parlamantera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji aliyê Dadgeha cezayên giran ya Amedê de, di rûniştina pêncan de hat berdan.
Malbat û parêzerên Guvenê îro beşdarî rûniştina dozê nebûn. Guven jî jiber ku di çalakiya birçîbûnê ya di roja 79'an de ye û jiber sedemên saxlemî nehat dadgehê.
Guven di dema operasyona Şaxa Zeytûnê ya bi ser bajarê Efrînê de, li dijî şer peyaman belav kiribûn û daxuyanî dabûn.
Dozgeriya Amedê jî bi hecêta ku Guven bi peyamên xwe di nav gel de tovên neyartî direşîne, derheqa wê de lêpirsîn dabû destpê kirin, lê Guven jiber doza KCD’ê hatibû girtin.
Siyasetvana Kurd dema li girtîgehê bû, di 24’ê Heziranê de wek parlamanter hatibû hilbijartin ku nûnertîya Colemêrgê bike.
Wê di 7’ê Mijdarê de dest bi greva birçî bûnê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin