Mimkune îro bûdceya Îraqê were pejrandin

ev çend care parlemen li ser vê projeyê dicive
کوردستان TV
100%

Biryare îro êwarê parlementoya Îraqê civînek bo giftûgo kirin derbarê proje bûdceya 2019an ya hikûmeta Îraqê de civînek li dar bixe.

Li gor jêderên Îraqî, vê di civîna êwariya îro de, parlementoya Îraqê giftûgo li ser giştiya proje bûdceya 2019an ya Îraqê bike û pişt re jî dengdanê li ser vê projeyê bike.

Beriya niha aliyên Îraqî rexne li vê projeyê girtibûn û ev proje çend caran ji parlementoyê bo hikûmetê hatibû vegerandin û hikûmet jî çend guhertin di nava projeyê de kiriye.

Beriya niha Kurd gelek rexne û têbîniyên wan li ser proje bûdceyê hebûn û demeke dirêj di navbera aliyê Îraqî û Kurdî de li ser bûdceyê giftûgo hatibû kirin û li ser çend xalan jî lihev kirin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.