Îro li bajarê Davosê ya Swîsê 49mîn forma aburiya cîhanê yaku bi forma aburiya Davosê tê nasîn dest pê kir.
Di forma îsal de tê payîn ku zêdetir ji 3 hezar karsaz û sermayedar ji welatên curbicur yên cîhanê, amade bûn.
Pêştir dihat gotin ku Serokê Amerîkayê jî di formê de amade dibe lêbelê duhê hate belavkirin ku Serokê Amerîkayê, Serokê Franse, Serokwezîra Berîtanyayê di formê de amade nabin.
Biryare di forma îsal de nêzî 350 civîn werin lidarxistin. Ji bilî karsaz û sermayedaran hevdem hijmareke zêde ji siyasetmedar û nunerên dezgehên medenî û Rojnamevan jî amade dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin