Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand, rojên giran derbas bûn û got em bi geşbînî ve li pêşerojê dinêrin.
Îro 15.01.2019ê di dema beşdarbûna forma aborî ya navbera bazirganên Îranê û herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê de Nêçîrvan Barzanî aşkera kir: ‘’Em qonaxa bi astengiyên giran vaye derbas dikin, bi piştrastî ve qonaxeke nû destpê dike, ku qonaxeke bo çareseriya wan pirsgirêkên wan salên dawiyê de hatine pêş û me nekariye çareser bikin. Min soz daye wezîrê derve yê Îranê ku em rûnên û pirsgirêkan çareser bikin.’’
Derbarê peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û Îranê de jî Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Peyvendiyên me li gel Îranê peyvendiyeke dem dirêj û dîrokî û ferhengiye. Ji ber wê berdewam em kar li ser pêşxistina peyvendiyan li gel Îranê dikin û hewl didin di çarçoveya yasayên navnetewî de peyvendiyên xwe pêşbixin.’’
Barzanî aşkera kir her îro wezîrê plandanîna herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir, bi armanca çareseriya wan pirsgirêkên ku hene û bên çareser kirin ew serdan pêktê.
Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Ji aliyê siyasî ve piştevaniya temamî li hikûmeta Dr. Adil Ebdulmehdî dikin û hemû hewldanekê jî emê bidin ku ew pirsgirêkên herêma Kurdistanê li gel Bexdayê hene, di çarçoveya destûra Iraqê de çareseriyekê em bibînin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin