Hunermendê Kurd serbest hat berdan

duhê bişev hatibû girtin
کوردستان TV
100%

Hunermendê Kurd Ferhat Tunç ku doh bi şev li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.

Hunermendê Kurd ê ji Dêrsimê Ferhat Tunç, doh bi şev dema ji Almanyayê vedigeriya Tirkiyê, li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû binçavkirin.

Ferhat Tunç li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku li balafirxaneyê jê re gotine ku "tu ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têyî daxwazkirin" û dest bi rêkarên binçavkirinê kirine.

Tunç duh bi şev li binkeya polîsan a balafirxaneyê hatiye girtin û vê sibê bo dadgehê hatiye veguhestin.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.