Hîn jî terorîstên DIŞIê li derdorê Mûsilê mane

efserekî artêşa Îraqê ev yek gotiye
فه‌رمانده‌یه‌كی سوپای عێراقی: تا ئێستاش چه‌كدارانی داعش له‌ ده‌وروبه‌ی مووسڵ ماون
کوردستان TV
100%

Fermandarekî artêşa Îraqê behsa hebûna terorîstên DIŞIê dike.

Fermandarê artêşa Îraqê yê li Mûsilê, Nicim Cebûrî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantv re ragihand ku hîn jî hijmareke zêde ji terorîstên DIŞIê li derdorê Mûsilê mane û bi awayekî rojane kiriyarên terorîstî pêk tînin.

Cebûrî herwiha eşkere kir ku terorîstên DIŞIê li deşta Nînowayê nikarên kiriyarên terorîstî pêk bînin jiber ku ev devera han ji aliyê hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ve hatiye parastin lêbelê li deverên din yên Îraqê jiber boşatiyên ewlekarî, gelek bi hêsanî kiriyarên terorîstî pêk tînin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.