Fermandarê dije terora Îraqê serdana Kerkûkê kir

bi fermana serokwezîrê Îraqê hatiye kerkûkê
کوردستان TV
100%

Îro bi fermana raste rast ya Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî, Fermandarê hêza dije teror ya Îraqê Ebdulwehab Saêdî li gel çend Fermandarên din yên hêza dije teror serdana Kerkûkê kirin.

Li gor jêderên nûçeyan, armanc ji vê serdana han ji nêzve hayedar bûn ji rewşa Kerkûkê û herwiha kontrol kirina rewşa vê bajarê ye.

Weke tê zanîn berê jî rewşa Kerkûkê aloz  bû û beriya çend rojan jî jiber pêngaveke yak alî ya YNKê hin aloziyên nû li Kerkûkê derketi bûn û eniya Tirkimanî jî gefa têkdana rewşa bajêr xwaribû.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.