Îro wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo bi serdanek gehêşte Bexdayê.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo welatên Rojhilata Navîn û Kendavê de, yaku duhê destpê kiriye, îro wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo gehêşte Bexdayê û ji aliyê Serokê parlementoya Îraq, Mihemed Helbûsî ve hate pêşwazîkirin.
Biryare Pempeo piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê, serdana Kurdistanê jî bike û li gel rayedarên Kurdistanê jî bicive.
Piştî serdana xwe bo Kurdistanê vê Pempeo serdana hin welatên din yên Kendavê jî bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin