Duhê Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Amerîkayê John Bolton serdana Tirkiyeyê kiribû û biryar bû îro li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bicive.
Lêbelê beriya civîna Bolton û Erdogan, hem wezîrê derve yê Amerîkayê, him jî Bolton nihêniyeke girîng eşkere kirin û li gor wezîrê derve yê Amerîkayê û Bolton, Erdogan ji Trump re soza vê yekê daye ku bi ti awayî êrîşî ser YPG û PYDê neke.
Ev gotinên Bolton û Mike Pempeo bûne sedema dilgiranî û acizbûna Tirkan û jiber vê yekê jî Erdogan civîna xwe ya li gel Bolton hilweşand û diyar kir ku ev tiştên han têne gotin ne rastin û Bolton ne muxatebê mine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin