Mimkune wezîrê derve yê Îraqê jikar were avêtin

jiber daxwaza çareseriya du dewletî kiriye
کوردستان TV
100%

Jiber ku wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Hekîm, derbarê kêşeya navbera Îsraîl û Felestînê de daxuyaniyek dabû, hin aliyên siyasî yên Îraqê li dijî wî dest bi lêv û tevgeran kirine.

Wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Hekîm derbarê çareser kirina kêşeya  navbera Îsraîl û Felestînê de gotibû ku baştirîn çareser, çareseriya du dewletiye bo kêşeya Îsraîl û Felestînê.

Ev daxuyaniya han bûye sedem daku di civîna duhê ya parlementoya Îraqê de hin aliyên siyasî bi taybetî firaksiyona yasasyê li dijî wî wezîrê bikeve nava lêv û tevgeran û daxwaz dike li gel wezîrê derve lêpirsîn were kirin û jikar were avêtin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.