Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dijî Ertugrul Kurkçu tohmetbarname amade kir û bi hinceta endamtî û bangeşekirina PKKyê û beşdarîkirina çalakiyên neyasayî heta 20 salan cezaya zindanîkirinê ji bo wî xwest.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê duhî jî bi heman tohmetan ji bo parlementera berê ya HDPyê Sîbel Yigitalpê heta 26 salan ceza xwestibû.
Desteserkirin û girtinên hemberî endam û birêvebirên HDP jî di qada tevayiya Tirkiye de her didomin. Tohmetên sereke girêdayî van girtinan bangeşeya rêxistina terorê ye. Herweha beşdariya di çalakiyên neyasayî de egerek din a tohmetan e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin