Bolton serdana Îsraîl û Tirkiyeyê dike

bo giftûgo kirin li ser çend mijaran serdana wan welatan dike
جۆن بوڵتۆن له‌سه‌ر پرسى سوریا سه‌ردانى توركیا و ئیسرائیل ده‌كات
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê, wê serdana Tirkiye û Îsraîlê bike.

John Bolton li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê serdana xwe de nivîsandiye ku bo giftûgo kirin li ser mijarên vekêşîna Amerîkayê, tune kirina DIŞIê, parastina hevpeymanên me yên li gel me şerê dijî DIŞIê kirine û herwiha têkoşîna dijî çalakiyên Îranê li deverê de, serdana Îsraîl û Tirkiyeyê dikim.

Herwiha Bolton di daxuyaniya duyem de jî da zanîn ku dê Nûnerê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford jî ligel wî di hevdîtinan de cî bigirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî duhê aşkere kiribû ku herçend ew hêzên xwe ji Sûriyê bikşînîn jî ew ê kurdan biparêzin û nahêlin ti kes êrîşî kurdan bike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.