Li Kerbelayê goştê kerê dane xelkê

qesabxane hatiye daxistin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ewlekarî yên Îraqê, li bajarê Kerbelayê ku bajarekê pîroze bo şîiyan, hin kes ku karê wan qesabî bûye, ev demek bûye, ker serjê kirine û goştê kerê dane xelkê.

Li gor jêderên ewlekarî yên li parêzgeha Kerbelayê, hêzên han piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst, karîne qesabxaneyeke mezin yaku têde tenê ker hatine serjêkirin, bibînin û piştî îsbat kirina vê yekê ku tenê ker serjêkirine û goştê kerê dane xelkê, ev qesabxaneya han daxistine.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.